|
Daxuyaniya
Çapemeniyê : Ji bo belavkirina bilez (acîl) Projeya
bişik û guman a Bendava Ilisuyê dîsa di rojevê de ye: Li
dû rapora nû ya ku ji aliyê Zanîngeha Netewî ya Îrlandayê, Galway
û Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan [1] ve hatiye belavkirin, li
Rojhilata Başûr a welêt, her çi qas, li ser mafên çandî û
hawirdorî xwedî bandorên neyînî ne jî, bernameya Bendava Ilisuyê
jî tê de, bernameyên mezin ên bendavan, dikarin bi pêş kevin.
Rapor der barê bernameyên bendavên
birqa ji avê (Hîdroelektrîk), ên ku bo Mûnzûr, Dîcle û Zêy
(Zapa Mezin) tên amadekirin de, delîlên nû radixe ber çavan. Rapora
ku ji aliyê peywirdara hîndekariyê ya beşa Galwey a Arkeolojiyê
ya Zanîngeha Netewî ya Îralandayê, Maggie Ronayne ve hatiye
nivîsandin ku vedîtinên desteya kifşkirina rastiyan ku
çûbû herêmê jî tê de cih digirin, diyar dike ka bo daxwazên wan
gundiyan ku projeye dê li ser wan bandoreke neyînî bike, çawa
dikarin piştgirî bê dayîn. Eşkere ye ku, bi piraniya wan
kesên ku di domahiya şer û pevçûnên ku
li herêmê pêk dihatin, de ji cih û warên xwe hatine rakirin
û niha dixwazin vegerin ser axa xwe, bi tu awayî nehatiye şêwirîn.
Her çiqas, jin û komeleyên jinan ew kes in ku herî hindik bi wan
hatiye şêwirîn, nerazîbûna wan a tund a ji ber xerab-badorên
ku him li ser wan û him jî li ser mirovên ku ew xwe wek berpirsiyarê
wan dibînin de hene, yek
ji nerazîbûnên derûdorên muxalîfan e. Bendav,
bermahiyên bi sedan heta hezaran bajarokên kevin ku rezervuarên wan
xwedî girîngiyeke nawteyeyî ne, ên jêderkên cisnê me, mirovan,
destpêka çandiniyê, û ên şaristaniyên Roma û Asûran dê giş
di bin avê de bihêle. Ew
warên ku dîroka hinek ji wan digihê 1000 sal pêş,
ku mîratên Kurdan, Ermeniyan, Suryaniyan û şaristaniyên
din in ku di qurnên dawî de ijyane û cihên pîrozwer ên Mesihî û
Misilmanan ku hinekan hê jî tên bi kar anîn, wê noqî ava bendavê
bibin. Bi
ya nivîskara raporê Maggie Ronayne: “Bernameya GAPê ya ku ew bendav
jî parçeyekê wê ye, mîrata hevbeş a hemû mirovahiyê dirûxîne
û pîvanên herî bingehîn jî bin pê dike. Hukumet û şîrketên
ku bername bi rê ve dibin, encamên bernameyê paş guhan de davêjin,
naxwazin bibînin. Pêşveçûnên
salên dawî tên şopandin, yên derbarê Kurdan û komên
din ên etnîk ên welatekî wek Tirkiyê ku xwedî dîrokeke weha ye ku
tê de mîratên çand û baweriyên cur bi cur hatine rûxandin, û pêkutiyeke
tund a çandî heye.” Divê
YE vê rûxandina çandî di vê çarçoveyê de bifikire û weha binirxîne.
Yek ji vedîtinên herî girîng ên raporê; şirket hatine cem hev
û konsorsiyumek saz kirine da ku projeya Ilisuyê ava bikin a ku
giramiya xwe wenda kiriye, pêkan e ku herikîna ava ku diçe Iraqê û
Sûrî bibire û dê bibe sedema 78.000 kes ku piraniya wan Kurd in ji
ax û warê xwe werin rakirin. Bi vê bernameyê, her çi qas serok wezîr
û şîrketa avakar soz dabûn jî, bajarê kevnare yê Heskîfê ku
him bo Kurdan xwedî buhayeke mezin a çandî ye him jî xwedî girîngiyeke
arkeoljîk a navneteweyî ye, dê neyê parastin.
Di her şert û mercê de, bandorên çandî yên Ilisuyê bi
tenê bi vê bajarê kevnare tixûbkirî nîn in. Kampanyayên ji 2000
an heta 2002 yan, hewldanên komên mafên mirovan û hawirdorparêz û
kesên ku li ser wan bandorên neyînî yên bernameyê hebe, wan çewtiyên
bingehîn ên ku di pelgeyên bernameyê de cih digirtin raxistin ber çavan,
bandor bir li ser rêkxistinan û di belavbûna yekitiya şîrketan
de têkarî kir. Lê tevî vê yekê bingehên esasî yên bernameyê hê
jî wek xwe ne. Berpirsiyarê
rêvebirina Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan, Kerîm Yildiz weha şîrove
dike: “Wisa diyar e ku
dewleta Tirk ji bernameya Ilisuyê ders wernegirtine. Rapor destnîşan
dike ku bi ya standartên
nawneteweyî nehatiye kirin. Nemaze, tu standartên YE bi vê bernameyê
re bi hev nake. Xebat di heman demê de destnîşan dike ku her çi
qas pêşveçûn reformên qanûnî hene jî,
îşkence wek azîneyeke rêvebirinê ya dewletê dim dike.
Eger ev e ew hawirdor ku bi xelkê bişêwirin, ji niha de karim bibêjim
ne guncan e ku encameke ku bi kêrî xelkê were, derkeve. Bernameya pêşveçûnê
ya GAPê ku di vê xebatê de hatiye nirxandin, dê di pêvajoya
endametiya YE yê ya Tirkiyê de arîşeyên ciddî tîne holê. Ragihandin Maggie
Ronayne: Zanîngeha Netewî ya Îrlandayê, Galway, Beşa Arkeoojiyê Kerim
Yıldız, Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan, Londra Têbînî [1]: “Rapora Desteya lêkolîna rastiyan:
Li Rojavaya Başûr a Tirkiyê Bandorên Bendavan ên Li Ser Çand û Hawirdorê”
(ISBN 1900175 80 0)
Navnîşana
Xwestinê : Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan, Londra, |