Daxuyaniya Çapemeniyê : Ji bo belavkirina bilez (acîl)

Projeya bişik û guman a Bendava Ilisuyê dîsa di rojevê de ye:  Bendavên Tirkan, pîvanên Yekitiya Ewrûpayê û mafên mirovan bin pê dikin.

Li dû rapora nû ya ku ji aliyê Zanîngeha Netewî ya Îrlandayê, Galway û Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan [1] ve hatiye belavkirin, li Rojhilata Başûr a welêt, her çi qas, li ser mafên çandî û hawirdorî xwedî bandorên neyînî ne jî, bernameya Bendava Ilisuyê jî tê de, bernameyên mezin ên bendavan, dikarin bi pêş kevin. Rapor der barê bernameyên bendavên  birqa ji avê (Hîdroelektrîk), ên ku bo Mûnzûr, Dîcle û Zêy (Zapa Mezin) tên amadekirin de, delîlên nû radixe ber çavan. Rapora ku ji aliyê peywirdara hîndekariyê ya beşa Galwey a Arkeolojiyê ya Zanîngeha Netewî ya Îralandayê, Maggie Ronayne ve hatiye  nivîsandin ku vedîtinên desteya kifşkirina rastiyan ku çûbû herêmê jî tê de cih digirin, diyar dike ka bo daxwazên wan gundiyan ku projeye dê li ser wan bandoreke neyînî bike, çawa dikarin piştgirî bê dayîn. Eşkere ye ku, bi piraniya wan kesên ku di domahiya şer û pevçûnên ku  li herêmê pêk dihatin, de ji cih û warên xwe hatine rakirin û niha dixwazin vegerin ser axa xwe, bi tu awayî nehatiye şêwirîn. Her çiqas, jin û komeleyên jinan ew kes in ku herî hindik bi wan hatiye şêwirîn, nerazîbûna wan a tund a ji ber xerab-badorên ku him li ser wan û him jî li ser mirovên ku ew xwe wek berpirsiyarê wan dibînin de hene,  yek ji nerazîbûnên derûdorên muxalîfan e.

Bendav, bermahiyên bi sedan heta hezaran bajarokên kevin ku rezervuarên wan xwedî girîngiyeke nawteyeyî ne, ên jêderkên cisnê me, mirovan, destpêka çandiniyê, û ên şaristaniyên Roma û Asûran dê giş di bin avê de bihêle.

Ew warên ku dîroka hinek ji wan digihê 1000 sal pêş,  ku mîratên Kurdan, Ermeniyan, Suryaniyan û şaristaniyên din in ku di qurnên dawî de ijyane û cihên pîrozwer ên Mesihî û Misilmanan ku hinekan hê jî tên bi kar anîn, wê noqî ava bendavê  bibin.

Bi ya nivîskara raporê Maggie Ronayne: “Bernameya GAPê ya ku ew bendav jî parçeyekê wê ye, mîrata hevbeş a hemû mirovahiyê dirûxîne û pîvanên herî bingehîn jî bin pê dike. Hukumet û şîrketên ku bername bi rê ve dibin, encamên bernameyê paş guhan de davêjin, naxwazin bibînin. Pêşveçûnên  salên dawî tên şopandin, yên derbarê Kurdan û komên din ên etnîk ên welatekî wek Tirkiyê ku xwedî dîrokeke weha ye ku tê de mîratên çand û baweriyên cur bi cur hatine rûxandin, û pêkutiyeke tund a çandî heye.”

 

Divê YE vê rûxandina çandî di vê çarçoveyê de bifikire û weha binirxîne. Yek ji vedîtinên herî girîng ên raporê; şirket hatine cem hev û konsorsiyumek saz kirine da ku projeya Ilisuyê ava bikin a ku  giramiya xwe wenda kiriye, pêkan e ku herikîna ava ku diçe Iraqê û Sûrî bibire û dê bibe sedema 78.000 kes ku piraniya wan Kurd in ji ax û warê xwe werin rakirin. Bi vê bernameyê, her çi qas serok wezîr û şîrketa avakar soz dabûn jî, bajarê kevnare yê Heskîfê ku him bo Kurdan xwedî buhayeke mezin a çandî ye him jî xwedî girîngiyeke arkeoljîk a navneteweyî ye, dê neyê parastin.

 

Di her şert û mercê de, bandorên çandî yên Ilisuyê bi tenê bi vê bajarê kevnare tixûbkirî nîn in. Kampanyayên ji 2000 an heta 2002 yan, hewldanên komên mafên mirovan û hawirdorparêz û kesên ku li ser wan bandorên neyînî yên bernameyê hebe, wan çewtiyên bingehîn ên ku di pelgeyên bernameyê de cih digirtin raxistin ber çavan, bandor bir li ser rêkxistinan û di belavbûna yekitiya şîrketan de têkarî kir. Lê tevî vê yekê bingehên esasî yên bernameyê hê jî wek xwe ne.

 

Berpirsiyarê rêvebirina Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan, Kerîm Yildiz weha şîrove dike:  “Wisa diyar e ku dewleta Tirk ji bernameya Ilisuyê ders wernegirtine. Rapor destnîşan dike ku  bi ya standartên nawneteweyî nehatiye kirin. Nemaze, tu standartên YE bi vê bernameyê re bi hev nake. Xebat di heman demê de destnîşan dike ku her çi qas pêşveçûn reformên qanûnî hene jî,  îşkence wek azîneyeke rêvebirinê ya dewletê dim dike. Eger ev  e ew hawirdor ku bi xelkê bişêwirin, ji niha de karim bibêjim ne guncan e ku encameke ku bi kêrî xelkê were, derkeve. Bernameya pêşveçûnê ya GAPê ku di vê xebatê de hatiye nirxandin, dê di pêvajoya endametiya YE yê ya Tirkiyê de arîşeyên ciddî tîne holê.

 

Ragihandin

Maggie Ronayne: Zanîngeha Netewî ya Îrlandayê, Galway, Beşa Arkeoojiyê
Tel: 00 353 91 493701 yan 00 353 (0) 87 7838688  (telefûna destî)
e-maîl: maggie.ronayne@nuigalway.ie

Kerim Yıldız, Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan, Londra Tel: +44 0207 287 2772
e-maîl: khrp@khrp.org www.khrp.org

( Baldarî: navnîşanên me yên e-maîlê guherîne, tika ye nîşe wergirin)



Têbînî [1]: “Rapora Desteya lêkolîna rastiyan: 
Li Rojavaya Başûr a Tirkiyê Bandorên Bendavan ên Li Ser Çand û Hawirdorê” 
 (ISBN 1900175 80 0)

Navnîşana Xwestinê : Bernameya Mafên Mirovan a Kurdan, Londra, Tel: +44 0207 287 2772  yan jî

Zanîngeha Netewî ya Îrlandayê, Galway, Beşa Arkeolojiyê, Tel: 00 353 91 493701, www.nuigalway.ie

home